Rewsa tenduristiya Mihemedê 13 salî bas bûye

Rewsa tenduristiya Mihemedê 13 salî bas bûye

PeyamaKurd - Mihemed Hemîdê temen 13 salî piştî ku li meha Kanûna sala 2019an li bajarokê Serêkanîyê ji encama bombardimana firokeyên Tirkiyê bi çekên forsfora spî laşê wî şewitî bû û gazî, hewar û giryana wî ji azara şewitina laşê wî bi rêya medya Kurdistanê gihîştibû cîhanê û dûv re ev pirs bû pirseke mêdya ya cîhanê.

Piştî peywendîyeka telefonî ya serok Mesûd Barzanî li gel bav û kesûkarên Mehemed Hemîd, ev zaro ji Rojavaya Kurdistanê hat veguhaztin bo Herêma Kurdistanê û dûv re jî bo çareserîyê hat şandin bo derveya welat.

Li gorî K24ê Mihemed Hemîd, niha birînên wî sarêj bûye û li Nexweşxaneya Rojava ya Tengavîya li bajarê Hewlêrê li jêr çavdêrîyê bûye û rewşa tenduristîya baş bûye.

Tîma K24ê serdana Mihemed Hemîd kir û bavê Mihemed got, li Fransayê  pişkinînan dûpat kir, ku Mihemed berkevtîyê çekê fosfora qedexe kiriye ku ji aliyê Tirkiyê ve li dijî hemwelatîyên deverên Rojava ya Kurdistanê ji alîyê Tirkiyê ve bikar hatibû.

Bavê Mihemed dibêje, heft neştergerî bo Mihemed hatîne kirin û êdî pêwîstî bi neştergerîyan nemaye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin