PeyamaKurd – Serok Mesûd Barzanî peyamek ji bo salvegera Komkujiya Helebceyê belav kir û got: “Şerm e ku hîn jî di nava dewleta Iraqê de heza nehîştin û înkarkirina gelê Kurdistanê tê dîtin.”
Serok Mesûd Barzanî îro 16.03.2024 ji bo salvegera kîmyabarana Helebceyê peyamek li ser Xê belav kir.
Serok Barzanî da zanîn: “Tawana kîmyabarana Helebceyê, belgeya stemkarî û zîhniyeta nemirovane ya dijberên gelê Kurdistanê ye.”
Herwiha destnîşan kir: “Piştî 36 salan ji karesata Helebceyê, şerm e ku hîn jî di nava dewleta Iraqê de heza nehîştin û înkarkirina gelê Kurdistanê tê dîtin.”
Di rojeke wek îro, di 16.3.1988an de rêjîma Beis a Iraqê bajarê Helebce kîmyabaran kir û ji 5 hezaran zêdetir welatiyên wî bajarî şehîd bûn û ji 20 hezaran zêdetir kes jî birîndar bûn û beşeke ji xelkê Helebceyê koçberî Îranê bûn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin