PeyamaKurd- Piştî Hîzbûllah bi roketan li baregeha Kerkûkê ya Amerîkayê dan û Amerîka 5 baregehên Hîzbûllahê bombebaran kir,terefdarên Haşdî Şabiyê yên li Kerkûkê li dijî Amerîkayê xwepêşandan kirin û nerazîbûna xwe aşkera kirin.
Xwepêşandêr sloganan gotin û alên Amerîka û Îsraîlê şewitandin. Fermandarê Haşdî Şa’bî yê bi navê El Beşîr ragihand ku divê parlementoya Iraqê yekser bicive û biryara derxistina hêzên biyanî ji Iraqê bide.
Lİ gor rêjeya ku Haşdî Şabî dide, jimara miriyan gihaye 28 kesan û ya birîndaran bûye 51 kes.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin