PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li nav sînorên parêzgeha Selahadînê di encama teqîna bombeyeke vedayî de du efserên artêşa Iraqê û karmendekî din ê ligel wan bû hatin kuştin.
Şaneya Ragihandina Ewlehiya Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand, îro Çarşemê du efserên artêşa Iraqê hatin kuştin ku yek ji wan xwedî pileya "emîd" e û Fermandarê Fewca Hawarçûnê ya 12 ya Selahedînê ye.
Hat eşekerekirin ku efserê duyem jî bi pileya "neqîb" bû û herwiha karmendekî din ê ewlehiyê jî li cem wan hatiye kuştin.
Şaneya Ragihandina Ewlehiya Iraqê da xuyakirin, ew her sê kes di encama teqîna bombeyeke vedayî de li ser rêya deverên geliyê Sersar hatine kuştin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin