PeyamaKurd - Hat ragihandin ku li navçeya Çinar a Diyarbekirê 39 koçberên Afganî û Pakistanî hatine girtin û biryare ew bên dersînorkirin.
Baroya Diyarbekirê ragihand, li navçeya Çinarê derbarê 39 koçberên Afganî û Pakistanî ku ji 19ê Îlonê ve li Fermandariya Cendermeyan hatine desteserkirin, biryara dersînorkirinê ji bo wan hatiye dayîn.
Baroyê li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand, “15 zarok, 2 kêmendan bi tevahî 39 koçberên Afganî û Pakistanî ji 19 Îlona 2021ê ve di bin çavdêriya Fermandariya Cendermeyan a Navçeya Çinarê de têne girtin. Di hevdîtinên me de hat diyarkirin ku dê koçber bên dersînorkirin. Em li gor Yasaya Parastina Navdewletî ya Biyaniyan û rêziknameyên hiqûqî yên gerdûnî daxwaza rawestandina biryara dersînorkirin û dabînkirina pêwîstiyên mirovî yên wan koçberan dikin, ku di serî de zarok û kêmendan ji ber şer welatê xwe bi cih hiştine. Em wek Komîsyona Mafên Penaberan a Navenda Mafên Mirov a Baroya Amedê rewşê ji nêzîk ve dişopînin û derbarê mijarê de di demeke herî kurt de rapora xwe ji raya giştî re eşkere dikin.”
Hêjayî bibîrxistinê piştî Talibanê deshilatdariya Afganistanê 15ê Tebaxê xist kontrola xwe, bi hezaran afgan ji welatê xwe koç dikin û beşek mezin ji wan jî dixwazin bi ser Tirkiye û Bakurê Kurdistanê derbasî welatên Ewropî bibin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin