PeyamaKurd - Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê ragihand ku hejmarek mayîn û teqemeniyên DAIŞê ku hatibûn desteserkirin, hatin jinavbirin.
Wezareta Pêşmerge bi daxuyaniyekê ragihand, di encama lêgerîn û pişkinînan de, wan dest danîne ser hejmarek çek, teqemenî û kelûpelên DAIŞê.
Wezaretê da xuyakirin, îro 14ê Hezîrana 2023an li nehiya Newcul, Lîwaya 16 ya Piyade, bi hevkariya tîma endezyarî ya Fermandariya Hêzên Piştevaniyê ya Du, hejmarek bombe û gulleyên hawin hatin jinavbirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin