PeyamaKurd – Li sînorê Xaneqînê terorîstên DAIŞê 6 kes revandin û kesek jî birîndar kirin.
Li gor çavkaniyên xwecîhî, şeva din komeke çekdarên DAIŞê li gundê Qela yê ser bi bajarokê Gulale du hemwelatî revandin, ku nişteciyên gund û cotkar bûn.
Zanyarî didin zanîn, çekdarên DAIŞê çar hemwelatiyên li gundê Seyf Se'd ê ser bi bajarokê Qeretepe revandin.
Herwiha çekdarên DAIŞê li gundê Seyf Se'd hemwelatiyek birîndar kirin û du otomobîlên revandî jî şewitandin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin