YPJ: 1.500 şervan wê tevlî Wezareta Karên Hundir bibin

YPJ: 1.500 şervan wê tevlî Wezareta Karên Hundir bibin

PeyamaKurd - Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ku yek ji pêkhateyên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) e, ji bo tevlêbûna di nava Wezareta Karên Hundir a Sûriyeyê de bi prensîb li hev kir.

Berpirsa Navenda Ragihandina YPJyê Rûken Cemal têkildarî hevdîtinên li Şamê agahiyên berfireh dan û diyar kir ku hêzeke ji 1.500 şervanî pêk tê, dê bi parastina fermandariya xwe ve tevlî ewlehiyê bibe.

Cemal destnîşan kir ku li şûna Wezareta Bergiriyê, tercîhkirina Wezareta Karên Hundir ji bo parastina nasnameya jinê û çareserkirina pirsan guncawtir e û di qonaxa ewil de ev hêz dê li Kobanî, Cizîr û herêmên din wekî "erka taybet" bixebite.

Cemal her wiha da xuyakirin ku heta niha 979 şervanên YPJyê şehîd ketine û çarenûsa 6 girtiyan jî hêj ne diyar e, û di nava 7 heta 10 rojan de dê danûstandinên fermî bidomin.