PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li seranserê Tirkiye û hin bajarên bakurê Kurdistanê bi tevahî li 15 bajaran gelek gund, tax û bajarok ji bo pêşîgirtina vîrusa koronaya nû (Covid-19) xistine qerentîneyê.
Li gorî zanyariyên hatine belavkirin qerentîne hejmarek bajarok, gund û taxên van bajaran heye:
Rize, Wan, Qers, Yozgat, Meletî, Dersîm, Artvin, Gümüşhane, Kütahya, Çankırı, Sêwas, Giresun, Çorum, Duzce û Çanakkale.
Hat zanîn ku herêmên hatine destnîşankirin, wê heta 14 rojan di qerentîneya malê de bimînin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin