Hêzên Iraqê li Pelkaneyê 4 rojnamevanên kurd girtin

Hêzên Iraqê li Pelkaneyê 4 rojnamevanên kurd girtin

PeyamaKurd - Hat ragihandin îro 14ê Kanûnê 4 rojnamevanên kurd ê ji bo bûyerên ferzkirina erebkirina gundê Pelkaneyê bişopînin li herêmê bûn, ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Iraqê ve hatin girtin.

Serokê Liqa Kerkûkê yê Sendîkaya Rojnamegerên Kurdistanê Mehdî Ziryan ji medya Kurdistanê re ragihandiye, “îro 4 rojnamevanên ku li gundê Pelkane yê Sergeranê yê ser bi navçeya Dûbizê bûn hatin desteserkirin û niha kêşeyeke mezin li ser herêmê heye. Erebên hawirde hewl didin dest bidin ser gundê herêmê û rojnamegerên kurd jî dixwazin wê erebkirinê romal bikin lê hêzên Iraqê û erebên hawirde naxwazin rastî di medyayê de cîh bigire.”

Mehdî Zîryan kiryara girtina rojnamevanan şermezar kir û daxwaz kir demildest werin berdan.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin