Zana Mela Xalid: Bêyî PDKê hilbijartin nayên kirin

Zana Mela Xalid: Bêyî PDKê hilbijartin nayên kirin

PeyamaKurd - Serokê Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ya Parlamena Kurdistanê Zana Mela Xalid destnîşan kir ku PDK bi ti awayî vina ferzkirî ya li ser gelê Kurdistanê qebûl nake û got: “Bêyî PDKê hilbijartinên Parlamena Kurdistanê nayên kirin.”

Zana Mela Xalid ji radyoya K24ê axivî û wiha dom kir: “PDK, berê jî û niha jî, ji bo hilbijartinan amade ye, lê belê ne amade ye ku vîneke ji derve li serê bê ferzkirin.”

Mela Xalid tekez kir ku PDKê desthilata xwe ji gel wergirtiye û got: “Bêyî beşdariya PDKê, hilbijartinên Parlamena Kurdistanê nayên kirin.”

Serokê Fraksiyona PDKê di derbarê taloqkirina hilbijartinên Parlamena Kurdistanê de jî diyar kir ku ti pirsgirêkeke PDKê bi diyarkirina dîroka hilbijartinan tune ye û hejmara kursiyan jî ji bo PDKê ne gring e, lê belê divê têbiniyên PDKê jî li ber çavan bêne girtin.

Mela Xalid amaje bi aliyên nexêrxwaz ku dixwazin kêşeyan gurtir bikin jî got:: “Li Herêma Kurdistanê hin alî hene ku dixwazin hertim qewareya Herêma Kurdistanê lawaz bikin. Berê jî ji bo vê yekê hewl dabûn. Ev alî dixwazin hevsengiya pêkvejiyana pêkhateyan ku yek jî hîmên şanaziyê yên Herêma Kurdistanê ye têk bibin.”

Zana Mela Xalid di derbarê rêkeftina di navbera Hewlêr û Bexdayê de pêk hatiye jî got: “Di navbera Hewlêr û Bexdayê de, li gorî demên berê,  têgihîştina siyasî baştir e. Serdana Serokê Herêma Kurdistanê ya Bexdayê pir erênî bû û gotûbêjên gelek baş pêk hatin. Hewlêr û Bexda ketine qonaxeke nû ya danûstandinan.”

Serokê Fraksiyona PDKê Zana Mela Xalid bi teqezî got: “Em vîna li ser gelê Kurdistanê hatiye ferzkirin qebûl nakin. PDKê vê ezmûna ku bi qurbanîdayîneke mezin bi dest xistiye, radestî neyaran nake.”