Fermandarê Hevpeymaniyê Eric Hill bi Mezlûm Ebdî re civiya

Fermandarê Hevpeymaniyê Eric Hill bi Mezlûm Ebdî re civiya

PeyamaKurd - Fermandarê Giştî yê HSDê û Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê li ser operasyonên li dijî DAIŞê û girtiyên DAIŞê civiyan. Hevpeymaniyê ragihand ku di nav hefteyekê de li Sûriye û Iraqê 22 çalakî li dijî van çekdarên DAIŞê hatine kirin.

Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî û Fermandarê Hevpeymaniya Navdewletî Eric Hill hevdîtinek pêk anîn û herdu fermandaran, operesyonên li dijî DAIŞê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê guftûgo kirin.

Odeya operasyonên “Ezim El-Selib” a Hevpeymaniyê li ser hevdîtinê daxuyaniyek bi rêya twitterê belav kir û tê de got, di hevdîtinê de hat diyarkirin ku çekdarên DAIŞê di meha Remezanê de, êrîşên xwe zêde kirine.

Hevpeymaniyê da zanîn, li Sûriye û Iraqê di hefteya debasbûyî de, 22 çalakî li dijî DAIŞê hatine kirin û got: “Çekdarên DAIŞê hê jî hene. Ji bo pêkanîna aramî û ewlehiyê, Hevpeymaniya Navdewletî bi hevkariya hêzên HSDê li pey wan dikevin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin