Astroîda gewre 2024 XN1 bi 23 hezar û 160 km lezê di ber dinyayê re derbas bibe

Astroîda gewre 2024 XN1 bi 23 hezar û 160 km lezê di ber dinyayê re derbas bibe

PeyamaKurd – Ajansa Fezayê ya Amerîka (NASA) û Ajansa Fezayê ya Ewropayê (ESA) ragihandin ku wê 24ê Kanûnê roja Sêşemê astroîdeke pir mezin a bi navê 2024 XN1 bi leza 23 hezar û 160 kîlometran di ber dinyayê re derbas bibe.

NASA û ESAyê dane zanîn, ew astroîda gewre (kevirê fezayê) bêyî ku li gerstêrka dinyayê bikeve wê di ber re derbas bibe û niha bilez nêzî dinyayê dibe. Herdu saziyan jî ji bo vê bûyera fezayê hişyarî dan.

Herwiha hate diyarkirin ku astroîda 2024 XN1 a bi qasî avahiyeke 10 qatan mezin, wê ji 7,21 mîlyon kîlometran dûr ve were û sibeha 24ê Kanûnê jî di ber dinyayê re derbas bibe ku xeteriya wê ya lêketina dinyayê tune ye.

Her çiqasî tê gotin ku xeteriya wê astroîdê ya lêketina dinyayê tune ye jî pisporên fezayê dibêjin, îhtimala lêketina astroîdeke wiha mezin bo dinyayê bixwe jî xofeke mezin çêdike.

Ev nivîs 128 car hatiye xwendin.