ÇÎROKA KAPIKÛLÛYEKÎ -1-

"Xezneya peyvên zimanê wî kêm bûye, ti carî fikrê wî negihîştiye asta têrbûnê, ji aliyê fikrî ve hatiye xesandin û cahil û bêçare hatiye hiştin…"

“Belgeyên xesandina mêran û perwerdekirina wan berîya zayînê (B.Z) bi 2000 hezar salan, li bajarê Sumeran Lagashayê hatine tomarkirin.”

“Kesên xesandî ji beriya hezar salî ve, ji bo sîxurî yan jî operasyonên veşarî, xizmetkarî, stranbêjî, pisporên olî, leşkerî, pasevaniya şah, rayedarê hikûmetê û xizmetkariya haremê jî di nav de gelek peywir bicih anîne.”

Lê belê êdî dinya diguhere û bi vê guherînê re jî pêwîste tiştên ji dinyaya berê mane jî biguherin.

Vê guherînê jî hiştiye ku sazûmaniya kesên xesandî jî bê guhertin; lê diyare jiholêrakirina vê girseya dilsozê efendiyên xwe, ne di berjewendiya deshilatdariyên heyî de bû.

Loma jî li şûna jiholêrakirina vê sîstemê diviyabû li gorî ku bi dilsozîyekê xizmeta efendiyên xwe bikin, ji nû ve were sazkirin.

Dibe ku ya bê kirin pir hêsan bû. Belê, rast e jêkirina parçeyekî ji bedena mirovan hovîtoyek bû û nedibû ev dinyaya nû vê hovîtiyê ragire.

Li vir ya ku bê kirin ne ji aliyê ‘bedenê ve’ ji aliyê ‘fikrî ve xesandin’ bû û perwerdekirineke ji bo pêkanîna peywirên li jor qala wan hatiye kirin bû…

Ev kesên xesandî ku piştî perwerdkirinê fikrên wan hatine testkirin û xistine nav civakê, hatiye dîtin ku li gorî şêwaza perwerdekirina wan nekarîne civakê bînin ba hev û ji bo karên xwe yên esasî bikin jî ew şandine nav qewm û pêkhateyên nijadên din û peywirên wekî ‘kapikûlû – ebdê derî’ dane wan.

Çimkî êdî berê xwe dane wê yekê û mirov xistine nav lêgerîna modeya nû ya li dinyayê ya wekî; ‘dema vekişî jî quqleyên xwe deyne’.

Naxwe wê ev kesên xesandî yên ku bêyî were ferqkirin ji bo vî karî şandine nav civakê, dê têkoşîna mafên xwe ligel wan bidin. Piştî ku baweriyê bidin û bên naskirin jî dê hêdî hêdî civaka ku wekî xizmetkar ketine navê, ber bi pêvajoya ku wan bikin ‘kapinin kuluyê ango ebdê derîyan’ ve bibin.

Gelo ji bo çi mirov van kesên xesandî yên ne jixwe qebûlî nav xwe dikin û guh didin wan?

A rast ev rewşeke ji bo qewm û nijadên hîn nekarîne bibin dewlet derbas dibû…

Qewmên ne xwedî kevneşopiyeke dewletbûnê ne, her tim ji aliyê qewmên din ve hatine perçiqandin, bi çavê xirab li wan hatiye nêrîn û cudaxwazî li wan hatiye kirin.  

Li aliyê din ji ber ku sîstemeke wan a perwerdeya bi zimanê dayikê tune bûye, neçar mane bi zimanekî biyanî perwerdê bistînin. Her çiqas bi zimanê xwe yê dayikê bipeyivin jî ji ber ku bi zimanekî biyanî dixwînin û dinivîsin, neçar mane bi zimanekî biyanî bifikirin.

Wekî hûn jî dizanin, vê rewşê hiştiye ku mirov hişê xwe bidin ser zimanê xwe yê dayikê; lê belê ji ber ku bi zimanekî biyanî difikire û ji bo bicihkirina hin peyvên biyanî di zimanê xwe de zehmetiyê dikişîne, ev jî bûye sedema ku peyvên biyanî li zimanê xwe zêde bike û bi demê re bibe xerîbê zimanê xwe.

Bi vî awayî jî xezneya peyvên wî kêm bûye û li demeke ku efendiyên wî bi 5000 hezar peyvan difikirin ew neçar maye tenê bi 500 peyvan bifikire. Tim wekî gerînokê heman hevok dubare kirine, ti carî fikrê wî negihîştiye asta têrbûnê, ango ji aliyê fikrî ve hatiye xesandin, cahil û bêçare hatiye hiştin û pêngava dawî ya girêdana wî bi efendiyê wî re hatiye avêtin… (Wê bidome…)