Pîvana helwesta netewî û hilbijartin

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hilbijartinên serokkomariyê û parlementoya Tirkiye çêdibin. 6 berbijêrên serokkomariya Tirkiye hene , yek ji wan jî hevserokê berê yê HDPê ku niha girtiye Selahattin Demirtaşe. Herweha ji bo hilbijartinên parlementoyê jî du platformên cuda yanî du blok hatine avakirin. HDP neket di nava tu blokî de bi sere xwe dikeve hilbijartina.Yan jî tu aliyek HDP di nava xwe de nexwest.

Niha li vê de pirs ewe ku gelo cihê kurda di van hilbijartina de li kûye û HDP partiyek Kurdistaniye yan na? Eger bersiva van herdu pirsa bi dirustî û ji propagandeyên îdeolojik dûr li gora berjewendiyên Kurda li Bakurê Kurdistanê bê dayîn, bawerim wê rastiya Kurda li Bakur û rastiya HDP û Demirtaş jî zelaltir bibe. Ew ji xwe zelale ,lê belkî hinek aliyên ji rastiya Kurdistana Bakur dûr hindek bê jî vê rastiyê têbigihin ne ji Melik Meliktir siyasetê bikin.

Her kurdek welatparêz dixwaze kêmasi dengê xwe bide aliyek kurd. Lê gelo kesek dikarê beje ku pişgiriya HDPê pişgiriya Kurda ye û çi berjewendiyên Kurdistanê di vê pişgiriyê de heye.

Li Bakurê Kurdistanê 5 aliyên siyasî di nava xwe de platformek ku navê wê kirin “ Tifaqa Kurdistanî ji bo hilbijartina“ . HAK- PAR di nava civînade bû, lê dawiyê biryar da ku ew di nava platforma Kurdistanî de cih nagire û dê bi serê xwe bikeve hilbijartina.

Platforma Kurdistanî piştî ragihandina Tifaqa xwe, li gel HUDA-PARê hevdîtinek kirin û piştre jî hevdîtinek li gel Hevseroka HDPê Pervin Buldan û Ahmet Turk û henek berpirsên HDPê pêkanin. Nameyek ku prensibên platforma Kurdistanê di tê de hatibûn nivisandin pêşkêşî berpirsên HDPê kirin. Piştî demekî HDPê bersiva nama wan da û da xûyakirin ku ew her tişta di nameyê de heyî qebûl dikin. Lê HDPê bi serê xwe karê xwe berdewam dikira.

Endamê komiteya rêvebir ya PKKê Mustafa Karasu daxûyaniyek ragihand ku, got nabê HDP li gel platforma Kurdistanî li gora hinek prensiba hevkariyê bike. HDP bê deng ma û nekarî sedema vê bide kifşkirin. Herweha hewladan ku wek hilbijartinên ji berî niha kirîn aliyên Kurdistanê bi dayîna çend parlementera razî bikin û prensîb û daxwaziyên Kurdistanî bidin aliyekî. Lê Platformê ev yek qebûl nekir.

Demirtaş di manisfestoya xwe ya hilbijartina de behsa mafê rewa yê gelê kurd nake. Yek xet ji bo Kurdistanê tuneye, herweha Demirtaş di gotarek ya xwe de eşkere kir ku, HDPê hilbijartinên 2015ê de ispat kir ku ew ne partiya Kurda ye  û ew bi xwe jî berbijêrê tevgera çep e.

Ji aliyek din HDP di bernameya xwe ya hilbijartina de çi behsa kurda , Kurdistanê û mafên kurda yên netewî dike? Tiştek ku bêhna Kurdiyatiyê jê werê nabêje. Başe niha çi ferq di navbera HDPê partiyên din de heye? Ev yek girîng e.

Demirtaş xwe wek qandidatek kurd qebûl nake. Ew rastiya xwe dibêje. Lê ew aliyên bi zanebûn HDPê û Demirtaş li himber hemû dîtinên wan wek berbijêrê kurda dide nîşandan tenê li gora berjewendiyên xwe yên rojane û bi girêdana aliyên kûr û tarî ve vê yekê dikin.

Ew kes yan jî kesayetê bi salan li gora xwe di nava tevgera azadixwaza Kurdistanê de cih girtî, gelo dikare her tiştekî bike qurbana kursiyek yê parlementoyê? Belê ev tiş çêbûne û çêdibin, lê pirs ewe ku evên bi navê kurditiyê çepkan ji wanre lê didin kîne û çine?

Taybetî medya Başûrê Kurdistanê di vê derbarê de rolek pir xirab dileyze û propagandeyek ne rast dike. Ev yek yan ji ne zanina wan yan jî ji helwesta wan ya siyasî tê. Herdu sedem jî di pêşerojê de zererê û ziyanê bighîne destkeftiyên Kurdistanî li Başûrê Kurdistanê.

Sezai Temelli, hevserokê HDPê kesayetek çepê Tirkê Kemalist e. Gelo kesek yan jî aliyek dikare bêje ev ne raste? Sezai Temellî di derbarê Kurdistanê de çi difikire? Temellî di derbarê Kurdistana Başûr de çi dibîje û çi gotiye? Eger bersiva van di medya Başûr  de tunebe nabe. Lê zanebûn yan ne zanebûn, ew medya di xizmete siyaseta PKKê bi awayek şermok dike.

Eger HDP yan jî Demirtaş bikaribin bi îrada xwe siyasetê bikin, ihtimala rewş ne evbûya, lê heta di bin siha Qendilê de siyasetê bikin dê ji helwestên  Kurdistanî dûrbin.

Bê guman di vê derbarê de gelek tişt hene bêne gotin. Lê eger mirov nexwaze tê bighe , çi bê gotin feyde nake. Heta tevgera azadixwaz kurd û gelê Kurdistanê vê rastiyê nebîne tu cara di siyasetê de pêşiya xwe nikare ronî bike.

 

Dara Bilek

30.05.2018