Bersivek ji Elî Ewnî ji bo “Ne Rewşenbîrên Silêmanîyê”

Silav hevalên birêz..

Beyannameya 12ê Nisanê ya çend nivîskar û rojnamenûsan ji bo şemirandina bala xelk e li ser mijara teslîmkirina Mistefa Selîmî.

Van binav rewşenbîran dest ji lîstokên biçûk bernedaye. Hêmû salê carekê yan ducar li gorî pêwistiyê dibin hizbî û piştre dibin serbixwe.

Ya ku ez dizanim ev lîsteyeke amadekirî ye û gava dezgehê pêwîstî bi wan bû beyanekê amade dikin û bi navê wan îmze dikin.

Van kesane jî ji ber meaşê xwe mafê derbirîna nerazîbûnê nîne. Êdî ewqas hatine bikaranîn wek simaqa şorbeyê lêhatine û qet tama wan nemaye. Tu Xwedê bes seyr bikin çi ser û fêlbaz kevtin ba yek. 

Hevpêça Naveroka Beyannameya Wan.

Ji bo Raya Giştîya Herêma Kurdistanê û Cîhanê:

Hikûmranîya li Herêma Kurdistanê xerîk e bi arasteyeke yekcar tirsnaktir ji hemû deman mil danê, bi şêweyêkî ku tê da jiyaneke birûmet, azad û mafperwer nemîne. Pêştir rexneya xelkî zêdetir bi arasteyê nehiştina gendelî û xirab bikaranîna desthilat bû, rexne hebû li xirabiya warê aborî û şêwazê ew rêvebirina hikûmranên piştî rapêrînê bi şêweyekî neyasayî serwet û samaneke bêhed kom kirin. Lê niha xerîk e li pêş çavê hemûyan bi bê hîç hestkirina ixracbûnek bi rêya saziya dadwerî û dozgeriya giştî û bi hincetên cûrbicûr hewla nehiştina tevahiya maf û azadiyan tê dayîn. 

Siyaseta hikûmraniyê li Herêma Kurdistanê bi arasteyeke yekcar xeternak gav diavêje û xerîk e ew perawêzên biçûk jî ku li pêş çavê dinyaya derve şanazî pê dikir ji holê rabikin û wêran bikin. Naxwe em dibinin, rojnamenûs û xelkê ji ya heyî û ya tê dirustkirin yan ya bêbingeh tê diruskirin nerazî, tên revandin û girtin û yan bi şêweyekî kirêt didin dadgehê û bi neheqî li zindanê tundî lê tê kirin. Desthilatdarên Kurdistanê ji xeynî monopolkirin û bikaranîna sercem amûrên hikûmraniyê û bi bênirxkirina saziyên destûrî wek parlamentoyê û saziyên çavdêrî û pişkinînê, gelek xirab saziya dadwerî ji bo bêdengkirin û hişkirina dengê azadîxwaz û nerazîyên Herêma Kurdistanê bi kar tînin.

Li welatekî ku sîstemeke hikûmranî hinekî tendirustî tê da be û tiştek birêz ji bo mirov û civakê tê da be, saziya dadwerî li jêr bandora hîç desthilat, partî, malbat, grup û takekesekî da nabe. Lê ev sazî li Kurdistanê bûye milkê şexsî yê desthilatdaran û hatiye valakirin ji her dengekî biçûk yê serbixwebûnê. Bi gelek wateyan guherîye jî ji bo maşeya destê desthilatdaran, kî bixwazên bi rêya vê saziyê û bi “yasa” zilm û zorîyê lê dikin, bêdeng dikin. Niha êdî yasa bi bê hîç perdeyek amrazê sepandina vê modela desthilatgeriya hikûmraniyê ye û ber bi vê yekê ve diçe ji bilî maşeya destê desthilatdaran tu fonksiyoneke din jê re nayê hiştin. 

Ya ku ji bo me xeternak ew rastî ye ku saziya dozgeriya giştî ku di bingehê da saziyek e ji bo çavdêriya karûbarên hikûmetê û nehiştina dizî û gendeliyê, niha bûye saziyeke ehlî ji bo parastina berjewendiya elîteke biçûk ji desthilatdar û hikûmranên Herêma Kurdistanê. Ev sazî li şûna derxistina dosyeyên dizî û gendelîyê û hederkirina samanên niştimanî yên li Herêma Kurdistanê, bi hinceta parastina asayîşa giştî hemû ew kesan dide dadgehê ku xirabiya rêveberiyê û xirab bikaranîna desthilat li nav vê hikûmraniyê rexne dikin. Her çi xal û bendên destûrî ku di bingehê da ji bo parastina berjewendiya giştî, ferd û civakê ye, dikeve xizmeta kêmîneya desthilatdaran û berjewendiyên wan. 

Em wek hejmarek ji nivîskar, rojnamenûs, yasanas û çalakavanên medenî, dixwazin raya giştî, hemû aliyên peywendîdar, dezgehên navnetewî yên mafê mirovan ji derencamên vê rewşa xeternak agahdar bikin. Desthilatdarên Herêmê atmosferek berhem aniye tê da hemû bingehên hikûmraniyeke eqlanî û demokrat, bihayên azadîyê û nirxa rêzgirtin li mafên mirovan li vê herêmê bênirx kiriye. 

Bêdeng û destemokirina dadgeh û desthilata dadwerî û parlamentoyê jî zemineya dirustkirina desthilatdaretiyeke sitemkar û polîsê tundûtûj û heqaretker ji bo desthilatdaran pêk tê û asoyekê nahêle ferd û grupên vê civakê bihêvî û azadane seyr bikin û hêvîya vê yeke hebe ku azad bijîn û astengkirina mafên wan û birîndarkirina rûmeta wan nebe. 

Derbirîna nerazîbûnê beramberî vê rewşê tene em lê berpirs nînin, li pêş hemûyan Parlamentoya Kurdistanê berpirsyarê yekem yê vê rewşa xeternak e ku ji aliyê şikil ve jî nûnertiya dengderên Kurdistanê dike û desthilatê çavdêriyê ye bi ser hikûmraniyê da. Metirsiya mezin ji bo civaka me tenê bêdengiya parlamentoyê nîne, gihîştina vê astê ye ku bi heman zimanê hikûmranan biaxive û di vê rêyê de biçe ku pêştir ji bo wan hatiye diyarkirin. 

Piştî parlamentoyê jî berpirsyaretî ya hemû aliyên siyasî yên li derveyî hikûmraniyê û tak bi takên xelkê Kurdistanê ye ku pêwîst e beramberî vê rewşa xeternak bêdeng nebin û bi şêweyê cuda nerazîbûnê derbirin. Bêguman berpirsyaretî ya rewşenbîr, nivîskar, hunermend, akademisyen, elîtên cuda jî ye ku bên qise û deng bikin ji bo ku êdî rêyê nedin desthilata dadweriya takrewane bikeve xizmeta hîç kes, hêz û aliyekî diyarkirî. 

Em wek hejmarek ji nivîskar, rewşenbîr û rojnamenûsên Herêma Kurdistanê, hemû aliyan, partî û aliyên siyasî, nûnerayetiyên welatan, rêkxistinên çavdêrî yên navnetewî ji metirsiya xirabiya jiyan, maf û azadiyan li Herêma Kurdistanê agahdar dikin. Em bi vê rastiyê hişyarin ku armanca xebitandina dezgehê dadweriyê ji bo armancên şexsî û elîtên desthilatdariya Herêmê, tenê bênirxkirina yasayê nîne û stratejiyek e jî ji bo ku yekcar dengê rexne û nerazîbûnê li Herêma Kurdistanê ji holê were rakirin. Eger ev staratejî jî bi temamî serket, civakek dirust dibe li şûna mirov kole û li şûna maf sûkayetî serwer dibe. 

Merîwan Wirya Qani – Nivîskar

Aras Fetah - Nivîskar

Mesûd Ebdulxaliq – Nivîskar û Rojnamenûs

Asos Herdî - Rojnamenûs

Serdar Herkî - Yasanas

Sertîp Cewher - Rojnamenûs

Ekrem Xalid Ebdulkerîm(Seîd Ekrem)  - Nivîskar 

Muhsîn Osman – Nivîskar û Parlamenterê pêşiyê yê Iraqê

Perwa Elî – Parlamentera pêşiyê ya Kurdistanê

Geşe Dara Hefîd - – Parlamentera pêşiyê ya Kurdistanê

Ebdulkerîm Helednî –Nivîskar

Şiwan Mihemed - Rojnamenûs

Mekî Revend – Çalakvanê Medenî

Sebrî Silêvaneyî - Nivîskar

Karzan Fazil – Parêzer

Serdar Mihemed - Rojnamenûs

Tiwana Ebdulrehman - Parêzer

Helşo Ebdulfetah – Çalakvanê Mafên Mirovan

 

Eli Ewni

14.04.2020

 

Babaten Niviskar yedi: http://www.peyamakurd.org/kurmanci/Niviskar/nisanen-guhurtinan