Özdemir: Tirkîye bi serokatîya Erdogan nikare bibe endamê YE

Li Almanya nîqaÅŸên endametîya Tirkîyê û ya ji bo Yekîtîya Ewrûpayê berdewam in. Ji ber siyaset û helwesta Erdogan, piranîya partîyên sereke yên Almanyayê li dijî endametîya Tirkîyê derdikevin.

Ji bo damezirandina hikûmetek nû, çûn û hatinên partîyan û mizakereyên wan didomin. Ji ber ku partîya herî mezin CDU nikare bi serê xwe bibe hikûmet, mecbûr e bi partîyên din re koalîsyonê bike û partîyek yan jî du partîyan bike ÅŸirîkê desthilatdarîya xwe. Yek ji wan partîyan jî bêguman Partîya Keskan e.

Di derbarê Tirkîyê û endametîya wê ya ji bo Yekîtîya Ewrûpayê de Hevserokê Keskan Cem Ozdemîr dîtina xwe û partîya xwe anî zimên. Ozdemîr, carek din anî zimên ku „Herkes zane ku Tirkîye bi serokatîya Erdogan nikare bibe endamê Yekîtîya Ewrûpayê“ û got: „Li ÅŸûna ku em endametîya Tirkîyê nîqaÅŸ bikin, çêtire em hewl bidin bê ka emê çawa hemwelatîyên xwe yên Alman ji zindanên Tirkîyê rizgar bikin“.

Di derbarê Tirkîye û endametîya wê de helwesta partîyên Alman ji bo koalîsyona nû rolek sereke dilîze. Wer xuda dike ku di derbarê Tirkîye û Erdogan de dîtin û helwesta tu partîyekê hev nagre û piranîya wan li dijî Erdogan û siyaseta wî ne. Ev yek jî ji bo pêkanîna koalîsyonê astengîyekê derdixe pêÅŸ.

Z.B


Ev nivîs 210858 car hatiye xwendin.