Çapemenî ragihand: Wê ÃZsraîl êrîşê Lubnanê bike
Îsraîl bi 100 balafiran li welatê xwe tatbîqatê kir. Ev tatbîqat di dîroka Îsraîlê de ya herî mezin e. Tê gotin ku wê Îsraîl êrîÅŸê Lubnanê bike. Hedefa Îsraîlê ku bikeve %65 ê axa Lubnanê û baregehên Hîzbûllahê bixe destê xwe.
Îsraîl temamê sefaretên xwe yên dinyayê li gor pêÅŸdeçûnên Lubnanê amade kiriye. Tê gotin bi êrîÅŸa ser Lubnanê re, hêzên hevpeyman yên di bin serokatiya Amerîka de, xwe amade dikin ku êrîÅŸan bibin ser Yemen û Qatarê. Li gor plan, wê Îsraîl li Lubnanê bixe û Emarat û Erebistan jî Qatarê bê bandor bike. Li gor vê plana ku di bin serokatiya Amerîka de çêbûye, ji kendavê heya Iraq û Sûriyê li ser wê xetê wê ÅŸerên mezhebî bidin destpêkirin û di gelek welatan de nexÅŸe bê guhertin. Tê gotin ku dê Îran di ser Bahreynê de bersiva van operasyonan bide.
Mijar ji Riyadê destpêkir û Herîrî îstîfa kir. Di îstîfa xwe de Herîrî ragihand û got: “Ji ber planek hebû ku jiyana min dikir hedef û min dev jê berda.’ PiÅŸtî îstîfayê Emarata ziyaret kir. Åžiroveyên ku Îran û Hîzbûllahê tewanbar dikir, kir. Tatbîqata ku Îsraîlê li seranserê sînorê Lubnanê kir, weke amadekariya asta berî êrîÅŸê tê ÅŸirovekirin.
Li gor agahiyan; pêla êrîÅŸa artêÅŸa Îsraîlê û di peyde jî operasyona bejayî wê dest pêbike û dawî li hebûna Hîzbûllahê bîne.
Ev nivîs 210853 car hatiye xwendin.