Çavuşoğlu: Wê Trump sîlih nede YPG ê
Wezîrê karê derve yê Tirkiyê Mevlut ÇavuÅŸoÄŸlu ragihand ku serokê Amerîka Trump ji serokê Tirkiyê ErdoÄŸan re gotiye nema ku sîlih bidin YPGê.
Îro berê êvarê serokê Amerîka û serokê Tirkiyê ErdoÄŸan bi rêa telefonê bi hevre li ser gelek mijaran axifîn. Mijarek ji wan mijara alîkariya YPGê ye ku Trump di vê mijarê de, li gor gotinên ÇavuÅŸoÄŸlu weha gotiye:
“Trump bi awayeka safî fermana xwe da ku dê ji niha û pê de sîlih nedin YPG ê. Esas diviya gelek berê dawî li vê alîkariyê bianîna. Serokkomarê me, di mijara civîna Soçi yê de agahiyan da Trump. Ji bo bi pêvajoya Cenevreyê re entegre bibe, li ser arîÅŸeya Sûriyê di babeta çareseriyê de fikrên Amerîka u Rûsya gelek nêzî hevin. Fikrên me jî bi Amerîka re gelek nêzî hevin. Lê tiÅŸtên ku em li hev nakin jî hene.”
ÇavuÅŸoÄŸlu her weha got ku ErdoÄŸan ji Trump re gotiye ku wê di civîna Cenevre de PYD tine be.
Ev nivîs 210831 car hatiye xwendin.