ÃZrada gelê Kurd di kesayetiya Barzanî de dibe yek

Endamê Encumena Serokatiya PKK'ê ya berê Osman Öcalan, di hedîtinek li gel rojnameya Hewlêr de daxuyand ku Kurdan metirsiya DAÄ°Åž berteref Kiriye. Ocalan,  amaje ji bo vê jî dike ku”Ewrûpa piÅŸtigirê avakirina dewlet a Kurdan e”.

Osman Ocalan, tekez dike ku herdem navenda bizava azadiya Kurdan BaÅŸurê Kurdistanê bûye, vê jî bi bîr tîne ku 100 sale tekoÅŸîna rizgariya BaÅŸûrê Kurdistanê nehêlaye agirê azadiyê vemire û got: "Herdem agirê azadiyê li vir bilind bûye, niha jî pêngava herî giring serxwebûna Kurdistan e".

Ocalan, li ser vê disekine ku heya niha dagîrkerên Kurdistanê bi yek dengî li dijî serxwebûna Kurdan in, li hember vê jî dibêje " îradeya gelê Kurdistanê di kesayetiya serok Barzanî de bicî dibe, serxwebûn û bidewletbûn mafê me ye. Ev jî di dîroka gelê Kurdistanê de tiÅŸtekî nû ye, em niha vê gavê diavêjin. Gelê Kurd ji azadiya xwe re xebitiye, niha jî dixwaze dewleta xwe ava bike".

Wî ragihand  ku Kurd dixwaze 25.09.2017 mafê dewletbûnê bi dest bîne, lewra bang li gelê BaÅŸurê Kurdistanê kir; "di roja dîrokî de beÅŸdar be, deng ji bo serxwebûna kurdistanê bide".

Ocalan, pêÅŸbînî dike ku di roja 25.09 de, Kurd bi destê serok Barzanî dibe dewlet, dibêje: "Pêdiviye Kurd ÅŸaÅŸitiyan nekin, di vê demê de nakokiyên xwe bidin alî, tevaya aliyan li dor serok Barzanî kom bibin, her çar parçên Kurdistanê li ser vê mukur bên ku serok Barzanî serokê çar parçeyên Kurdistan e. Niha dibînin em çiqasî nêzîkî 25.09 dibin, alî û xelk jî ewqasî li dor serok Barzanî kom dibin, piÅŸtgiriya referandûm û serxwebûnê dikin".

Ocalan, behsa hêriÅŸa DAÄ°Åž dike, ku sê sal beriya niha cîhan jê ditirsiya û got: "Kurd li hember derketin, rê nedan DAÄ°Åž ber bi pêÅŸ biçe, Kurdan ev metirsî ji ser cîhanê rakir, niha jî dixwaze encamên wê bi dest xwe ve bîne. Ev jî serxwebûn û dewleta Kurdistan e".

Osman Ocalan, dibêje: "Di serdana ÅŸanda bilind a referandûmê bo Ewrûpa eÅŸkere bû ku cîhan piÅŸgiriya mafê Kurdan dike. Dixwazin dewletek nû bê holê, lewra ji her demê bêhtir niha Ewrûpa piÅŸtgirê Kurdan e da ku bibe dewlet".

Osman Ocalan, li ser helwesta welatên hawîrdorên Kurdisatanê dibêje: "Heya niha welatên hawîrdor ji çêbûna dewletek nû re ne amade ne, jê ditirsin. Lê ez bawer im gava dewlat a Kurdî ava bibe, dewletên cîran wê razî bin û binasin, çunkî dewleta Kurdî li ser berjewendiya welatan nabe metirsî, belkî egera aÅŸitî û aramiyê ye".

Ocalan di dawiyê de bang dike; "Yekbûna Kurdan giring e, dixwazim gel û pêkhateyên Kurdistanê  ji %99 deng ji bo serxwebûnê bidin".

Osman pêÅŸbînî dike ku wê ji %85 deng ji serxwebûnê re bê dayîn.


Ev nivîs 210914 car hatiye xwendin.