ÃZran û Iraq li ser petrola Kerkûkê li hev kirin
Îran û Iraq li ser petrola Kerkûkê ku biÅŸînin Îranê li hev kirin. Bexdat û Tehran di ûsûlê de peymanekî îmze kirin ku rojê 30-60 hezar varîl petrolê biÅŸînin Îranê.
Wezîrê petrolê yê Iraqê Cebbar Laîbî ragihand ku di firotana petrola Kerkûkê bo Îranê lihev kirine. Laîbî weha got: “Ev Peyman wê bibe sedem ku Iraq petrola xwe bifroÅŸe û ji bo Iraqê fêde bîne. Hem wê bike ku têkiliyên baÅŸ bi welatên cîran re çêbibin.”
Peymana bi Îranê re hatiye çêkirin tenê ji bo ûsûlê ye. Peymana nîhaî (esasî) wê di demeke nêz de bê îmzekirin.
Li gor ragihandina wezareta Petrolê ya Iraqê ÅŸîrketa Iraqê SOMO (State Oil Marketing Organization) ku li Bexdayê bi rêvebirên Îranê re Peyman îmze kiriye, di peymanê de heye ku rojê 30-60 hezar varil petrol bibin sînorê KirmanÅŸahê û di derê wir de teslîmê ÅŸîrketên Îranê bikin.
Iraq dixwaze di serî de bi Tirkiyê re, Urdun, Kuweyt, Erebistana û Sûriyê re hevkariya aborî bike û ji bo projeyên petrolê xebatê dikin.
Ev nivîs 210861 car hatiye xwendin.