ÃZran bi bihayê 100 mîlyar dolarî 6 projeyan çêdike
Bedevkê wezîrê petrolê yê Îranê Amir Talebian behs kir ku di babeta enerjiyê de 6 projeyên wan yên mezin hene û karsazên Tirkiyê dawet dikin bo pêkanîna van projeyan.
Talebian balê kiÅŸand ser ambargoya Amerîka û Neteweyên Hevgirtî û ragihand ku navê Tirkiyê ji bo wê di rêza yekem de ye ji bo wan. Talebian weha dewam kir: “Eger em ji bo 100 mîlyar dolarî bi Tirkiyê re tevbigerin, em bawerin wê ji bo herêmê û dinyayê bandoreka baÅŸ çêbike.”
Pisporên her du welatan di konferansa navdewletî ya li Îstenbolê de hatin cem hev û gotin ku Îran û Tirkiye li ber kirina hevkariyeka girîng in.
Talebian got “Di sektora petrolê û xaza xwezayî de, me 6 projeyên mezin tesbît kir. Ji bo van pêdivî bi 100 mîlyar dolarî heye. Tirkiye ji ber têkiliyên me yên dîrokî û hem di danîna pêwendiyên vê dawiyê de, Îranê piÅŸtek kiriye. Ji ber wê ye em dixwazin bi Tirkiyê re hevkariyê bikin.”
Serokê Enstituya plandanana enerjiyê ya Zanko ya Tehranê Seyed Hossein ÎranmaneÅŸ di konferansê de weha got: “Yek ji projeyên me ew e ku xaza xwezayî ya Îranê di ser Tirkiyê de bi borûyan derbas bibe û here bazara Ewrûpayê.”
Li ser vê mijarê ji Zankoya BoÄŸaziçiyê dîrektorê siyaseta enerjiyê Prof.Gurkan KumbaroÄŸlu got: “Tirkiye tevî ku ne dewlemendê kaniyên xwezayiye jî, hem nêzî welatên xwediyê çavkaniyên xwezayiye û hem nêzî dewletên ku pêdiviya wan bi kaniyên xwezayî hene. Li Îranê dewlemendiya binaxî heye lê bazara wan tine ye. Ev hal wê hevkariya me û Îranê bi xwe re bîne.”
Wezîrê enerjiyê yê Tirkiyê Berat Albayrak çend roj berê ragihandibû ku ew dikarin li Bazîdê trafo deynin. Eger çêbibe wê karibin bi Îranê re dayîn û sitendinê bikin. Dikarin ji Îranê xaza xwezayî bikirin û bikin elektrîk û bifroÅŸin.Herkes ji bo bi Îranê re bazirganiyê bike hewl dide xwe.Bazîd li ser sînorê Îranê ye û ji bo trafoyê devereka gelek baÅŸ e.
Ev nivîs 210820 car hatiye xwendin.