Îran dixwaze xeteka ji bo alîkariya ku Hîzbûllaha Beyrûdê bike, ava bike. BBC wêneyên baregeha ku ji aliyê Îranê de tê avakirin nîÅŸan da.
Li gor BBC yê; îstîxbaratên rojava, Îran ku raste rast ketiye nava ÅŸerê hundir yê Sûriyê, ji Sûriyê re nêzî Åžamê baregeheka leÅŸkerî ava dike. Wêne yên setelaytê ji ciyê baregehê hatine girtin û ciyê baregehê li Kiswahê ye. Di nûçeyê de tê ragihandin ku wêne bi wêneyên meha 1 ê, gulan û cotmehê re hatine qiyaskirin. Di wêneyên dawiyê de xuya dike ku gelek avahiyên mezin hatine avakirin.
Devera ku baregeh tê avakirin, nêzî Golanê ye û di navbera wan de tenê 50 km heye. Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netenyahû roja yekÅŸemê di ser hesabê xwe ye twitterê de belav kiriye û gotiye: “DEAÅž bar kir, Îran bicîh bû. Îsraîl dê îznê nede vê yekê.”
Di ÅŸerê ku hindik maye 7 salê wê biqede, Îran li cem rejîma Sûriyê ciyê xwe girtiye, bi mîlîsên Hîzbûllahê û leÅŸkerên wan re, di cephe de ÅŸer kiriye.