ÃZsraîl, daxwaza hevkariyê li Erebistana Si’ûdî kir

Serokê artêÅŸa Îsraîlê Gadi Eisenkot daxwaz ji Erebistana Si’ûdî kir ku bi hev re li dijî Îranê hevkariyê bikin.

Gadi Eisenkot, ji bo rojnama Erebistanê ya bi navê “Îlaf” ê axifî û got: “Em amade ne bi welatê Erebistanê û welatên din yên Ereb re ku, têgihîÅŸtina îslama wan nerme, em tecrube û agahiyên xwe bi hev re parvebikin. Niha, di bin serokatiya Donald Trump de, di heremê de derfet hene ku hevkariya navdewletî bêkirin. Pêwistiya me bi planeka fireh ya stratejîk heye da ku em tehdîda Îranê ji herêmê rakin.”

Serokê artêÅŸa Îsraîl di dewama axaftina xwe de got; eger nifûza Îranê di herêmê de zêde bibe, ev ji bo Erebistanê û Îsraîlê tehdîd e. Axaftina Eisenkot weha dewam dike:

“Planê Îranê ew e ku bi du qolan bikeve rojhilata navîn u herêmê kontrol bike. Yek ji wan ew e ku di ser Iraqê de were Sûriyê û Lubnanê. Ya duyem ew e ku di ser Bahreyn û Yemenê de xwe bigihîne Behra Sor. Pêwiste em pêÅŸî li wan bigrin. Liv ê derê endîÅŸa me û Erebistana Si’ûdî yek e. Di navbera me û Erebistanê de, di vê mijarê de têgihîÅŸtineka hevpar heye.”


Ev nivîs 210836 car hatiye xwendin.