11ê Adarê de itîraf bi beşek ji mafê gelê Kurdistanê hat kirin

PeyamaKurd-Serok Mesûd Barzanî di salvegera Rêkeftina 11ê Adarê de peyamek belav kir û tê de ragihand, ku piştî derbasbûyina 48 salan ji rêkeftina 11ê Adarê, hêjî li Bexdayê bi eqliyeta înkarê û perawêzkirinê kar ligel gelê Kurdistanê tê kirin.

Serok Barzanî di peyama xwe de ragihand: “Îro 48 sal bi ser yekem rêkeftin di navbera gelê Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê re derbas dibe, ku di wê rêkeftinê de îtîraf bi beşek ji mafê gelê Kurdistanê hat kirin.

Piştî 48 salan ji jenosîdkirinên, ku hatine serê gelê Kurdistanê û derbasbûna qonaxên cuda, ew rêkeftin û hemû rêkeftinên di navbera gelê Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê de, di nav de jî destûra Iraqê ya sala 2005ê, hemû ji aliyê Bexdayê ve hatine binpêkirin û piştî dîrokeke pir ji karesat, hêj şikandina şeraket û rêkeftinan berdewam e û hêj ji aliyê Hikûmeta Iraqê ve eqliyeta înkar û perawêzkirina gelê Kurdistanê berdewam e.”

Îro 48 sal di ser rêkeftina 11ê Adara 1970 de ya ku di navbera hikûmeta wê demê ya Iraqê û rêberê Şoreşa Îlonê li Başûrê Kurdistanê Mela Mistefa Barzanî de hat îmzekirin, derbas dibe.

Li gor wê rêkeftinê, wek cara yekem Hikûmeta Iraqê li mafên gelê Kurd mikur hat û biryar hat dayîn ku heta sala 1977an û di rêya serhejmariyeke giştî re herêmeke otonomî li Başûrê Kurdistanê bê ragihandin, lê bi mercê ku Kurd di hikûmeta Iraqê de beşdar bibin.

Lê belê ji ber ku Mela Mistefa Barzanî qebûl nekir Başûrê Kurdistanê bêy Kerkûkê bibe herêmeke otonomî, Hikûmeta Iraqê di sala 1974an de ji yek alî de biryara otonomiyê derxist û Kerkûk, Xaneqîn û Şingal ji Başûrê Kurdistanê veqetand.

Hikûmeta Iraqê pîlan û komployên xwe li dijî gelê Kurd nesekinandin û di sala 1975an de Peymana Cezayirê bi Îranê re îmze kir. Li gor wê peymanê Bexda razî bû car din sînorê navbera Iraq û Îranê bê diyarkirin bi mercê ku Tehran piştgiriya şoreşa Kurdan neke. Bi vî awayî jî rêkeftina 11ê adarê bi dawî hat.


Ev nivîs 210800 car hatiye xwendin.