3 birêvebirên HDPê hatin girtin
Li Meletî 13 birêvebir û endamên HDPê ku çend roj berê hatibûn desteserkirin, derheqê wan de ji aliyê dadgehê ve qerara girtinê hat dayîn. Serdozgeriya Komarî ya Meletiyê di çarçoveya lêpirsînekê bi îdîaya ku têkiliya wan bi KCKê re heye de, 13ê Sibatê operasyonek ya desteserkirinê dabû destpêkirin.
Di vê operasyonê de Serokê HDPê yê Şaxa Meletiyê Aydin Ustun jî di nav de 13 rêvebir û endamên vê partiyê hatibûn desteserkirin. Aydin Ustun û rêvebirên din ên HDPê piştî lêpirsîn û bidawîbûna karên xwe yên li Midûriyeta Ewlêhî yê Bajêr, sewkî dadgehê kirin. Dadgehê bi tawana endamtiya KCKê biryara girtinê da desteserkiriya û ew şandin girtîgehê.
Ev nivîs 210813 car hatiye xwendin.