524 dosyayên lêpirsînê di parlamentoya tirk de

Fezlekeyên ji bo parlamenteran hatine amadekirin hejmara wan gihişt 524 dosyayan. Herî dawiyê 114 parlamenterên Meclîsa Tirk de fezlekeyên daxwaziya lêpirsînê hatin amadekirin.

Li gorî nûçeya televîzyona NTVyê, herî dawî 114 fezlekeyên din gihîştin ber destê parlamentoyê. Di nav van fezlekeyan de herekê 2 dosyayên Hevserokê HDPê Selahattin Demirtaş û Serokê partiya opozîsyonê CHPê Kemal Kiliçdaroglu jî hene.

Bi fezlekeyên nû hejmara fezlekeyên li Parlamentoya Tirkiyeyê gihîşte 524 dosyayan. Serokatiya Parlamentoyê, fezlekeyên ku gihîştin ber destê wê sewkî Komîsyona Têkel a Edaletê ya Destûra Binhegîn kir.

 

 


Ev nivîs 210791 car hatiye xwendin.