AFP: Seferberiyeke xwirt li Efrînê heye
France Pressê raporteke derbarê serferberiya giştî ya di navbera leşker û sivîlan de a ku li Efrînê tê kirin amade kir û diyar kir ku gelek ciwan li gorî zanîna xwe tev li qadên cuda tev li YPGê dibin.
Peyamnêrê AFPê Delîl Silêman derbarê rewşa dawî ya Efrîn de raportek weşand ku tê de wiha got:
"Li qadeke li nava bajarê Efrînê yê Rojavayê bi dehan xwebexş di rêzên birêkûpêk bi rê ve diçin ku ev cara pêşî ye, hinek ji wan radihêjin çekan û bi yek dengî sonda 'berxwedanê' li himberî êrîşa Tirkiyeyê û komên wê yên hevalbend li ser herêmê dixwin."
Li gorî nûçeyê, Esma Efrîn(19 salî) piştî ku bi awayekî xwebexş tev li refên YPGê bû, dibêje: "Efrîn ew xak e ya ku ez jî wek bav û kalên xwe lê mezin bûme lewra peywira min e ku ez şer bikim."
Ew keçika çavşîn a ku ragihandinê li zanîngeha Efrînê dixwîne, dibêje: "Ez îro êdî ne xwendekar im lê şervaneke Yekîneyên Parastina Jin im".
Ev nivîs 210804 car hatiye xwendin.