Agir ji devê Hamaney dirije: Amerîka dijminê yekemîne
Serokê Îranê yê olî Alî Hemaney di axaftina xwe ya zindî de got: “Amerîka yekemîn dijminê Îranê ye.” Hemaney ragihand ku dê Îran li hember zora Amerîkaye serî daneyne.
Ajansên navdewletî axaftina ku Hemaney kiriye yekser ragihandin. Hemaney di axaftina xwe de weha dibêje: “Dijminahiya Amerîkayê bi xelkê Îranê re ye. Amerîka yekem dijminê netewa me ye. Em zora Amerîkayê ya di derbarê peymana nukleerî de li ser xwe qebûl nakin.”
Hemaney li ser piÅŸtgiriya dewletên Awrûpayê bo Îranê jî weha got: “Dewletên Awrûpayê piÅŸtgiriya xwe dan peymana navbera me û Amerîkayê û Trump ÅŸermezar kirin. Ev ne bese. Divê Awrûpa li dijî dorpêçên Amerîkayê yên bo ser Îranê derên.”
Ev nivîs 210877 car hatiye xwendin.