Ala Talabanî „Ez bê agahdariya malbata Talabanî karek nakim!“
Ala Talabanî „Dilniya bin, ez karek nakim ku li dijiyê siyaset û prensîpên mam Celal bin. Kanditbuna min bi rawêj û agahdariya malbata mam Celal û hevalên min di serokatiya YNK de çêbuye û inca li ser biryar hatiye danîn ku ez kandit bim bi hedefa bidestxistina kursiyek zêdetir bo Kurd û YNK li Bexda.“
PeyamaKurd-Endamê serokatiya Yekîtiya Nîştîmanî Kurdistan, ku xwe di listeya „Hevpeymaniya Ereb li Bexda“ kandit kiriye, aşkera kir ku wê bi agahdariya malbata sekreterê giştî yê xwedê jê razî wî karî kiriye.
Ala Talabanî, ku endama serokatiya YNK ye û parlamentera fraksiyona heman partiyê ye di parlamentoya Iraqê de, şeva derbazbuyî bi daxwiyaniyek aşkera kir, ku ew kanditbuna xwe di listeya „Hevpeymaniya Bexdayê“ de venaşêre û weha nişan dide ku hevpeymanetiya wê tenê di çarçeweya hilbijartinan de dimîne.
Her weha Ala Talabanî dibêje, ew bê agahdariya binemala Celal Talabanî karek nake û weha pêda çu, „Dilniya bin, ez karek nakim ku li dijiyê siyaset û prensîpên mam Celal bin. Kanditbuna min bi rawêj û agahdariya malbata mam Celal û hevalên min di serokatiya YNK de çêbuye û inca li ser biryar hatiye danîn ku ez kandit bim bi hedefa bidestxistina kursiyek zêdetir bo Kurd û YNK li Bexda.“
Wek Ala Talabanî bi xwe jî diyar dike, ew pesna kandîtbuna xwe di listeya ereban de dide û di wê baweriyê da ye, ku ew vî karî jibo „berjewendiya Kurd û YNK“ dike.
Herçendî Ala Talabanî dibêje, ku ew bi agahdariya serokatiya partiya xwe kandit buye, lê serokê fraksiyona YNK li parlamentoya Iraq, ku heman demê de di serokatiya YNK de jî cih digre, gotinên Ala Talabanî pişterast nake. Her weha seroka fraksiyona YNK Arêz Abdulla dibêje, ku wan kanditbuna Ala Talabanî ji çapemeniyê bihistîne û wê li ser kandîtbuna wê biaxifin û biryarek bidin.
Ev nivîs 210799 car hatiye xwendin.