Aldar Xelîl: Divê Sûrîye neyê parçekirin
Çawa ku PKK li dijî parçekirina Tirkîye, Îran û Iraqê ye û naxwaze Kurdistan bibe dewletek serbixwe, PYD jî heman tiÅŸtî ji bo Sûrîyê dixwaze û naxwaze Sûrîye parçe bibe û rojavayê Kurdistanê bibe dewlet. Ji xwe sedema ku PYD naxwaze ji derveyî xwe tu partî yan rêxistinek Kurdistanî û netewî li rojavayê Kurdistanê hebe û doza serxwebûna Kurdistanê bike, ev yek e. Parçenekirina Sûrîyê!
Hevserokê Tev-Demê Aldar Xelîl, di derbarê civîn û hewldanên rawestandina ÅŸer û aÅŸtîya Sûrîyê de ji rojnamevana Tirk Gamze Kafar re axivî û dîtinên xwe anî zimên.
Aldar Xelîl, eÅŸkere kir ku Rûsya ji wan xwestiye ew bi navê PYD beÅŸdarî hevdîtinên Soçîyê bibin, lê wan qebûl nekiriye bi navê PYD beÅŸdar bibin çunkî „bakurê Sûrîyê“, ango Rojavayê Kurdistanê, ne tenê ji Kurdan lê ji Suryanî û Ereban jî pêk tê û û got: „Li vir (rojava) sîstemek desthilatdarîyê heye. Me rast nedît ku em tenê li ser navê partîyekê (PYD) beÅŸdar bibin. Emê ne wek PYD lê wek Desthilatdarîya Xweser a Demokratîk“ beÅŸdarî hevdîtinên Soçîyê bibin“.
Aldar Xelîl, di derbarê Tirkîye û artêÅŸa wê ya li Sûrîyê jî axivî û da zanîn ku heta Tirkîye li Sûrîyê be, wê ÅŸer raneweste, aÅŸtî neyê Sûrîyê û got: „Hikûmet û artêÅŸa Tirkîyê û Erdogan ji roja roj de li Sûrîyê ji derveyî derxistina nakokî û alozîyan ûêve tu tiÅŸtek nekirin. Heta niha ÎÅžÎD hebû, niha jî Tirkîye ÅŸûna ÎÅžÎDê dagirtiye. Tirkîye naxwaze li Sûrîyê ÅŸer raweste û aÅŸtî çêbibe“.
Aldar Xelîl, di dawîyê de gepa di devê xwe de derxist, eÅŸkere kir ku ew naxwazin Sûrîye parçe bibe û got: „Helbet divê hemû hêl beÅŸdarî hevdîtinên Soçî û Cenevreyê bibin. Lê divê em li hev bikin. Wek nimûne, parçenekirina Sûrîyê (divê Sûrîye neyê parçekirin), Sûrîye a hemû xelkan e û divê makzagonek giÅŸtî bê amade kirin“.
Ji xwe rejîma Sûrîye, Tirkîye, Iraq û Îranê jî naxwazin Sûrîye parçe bibe û Kurd bibin xwedî dewlet. Ferqa di navbera wan û PYD yan jî Tev-Dem û Aldar Xelîl de çi dimîne, helbet cîhê pirs û meraqê ye.
Z.B
Ev nivîs 210837 car hatiye xwendin.