"Aliyê çekên kîmyewî bikartîna Tirkiye ye"
YPG di daxuyaniyekê da bersiva îdiayên Tirkiyeyê ku digot, YPGê çekên kimyewî bi kar anîne da û got, "Dewleta Tirk bi rêya van îdia û derewên qirêj, têkçûna xwe ya li bakurê Kantona Efrînê vedişêre."
Navenda Ragihandinê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li ser îdiayên dewleta tirk yên ku tê de digot YPGê li hemberî gelê Efrînê çekên kimyewî bi kar anîne, daxuyaniyek parve kir û got, "Artêşa Tirk a dagirker û terorîstên di bin parastina wê de, bi armanca veşartina têkçûna xwe ya li bakurê Kantona Efrînê îdia dikin ku hêzên me li hemberî wan çekên kîmyewî bi kar anîne."
YPGê parast ku aliyê ku çekên kimyewî bi kar aniye, aliyê artêşa tirk e û di daxuyaniya xwe de wisa berdewam kir:
"Di operasyona paqijkirina qada Şêxorzê de artêşa dagirker derbeyên giran xwarin û wan bi xwe ev çek bi kar anîn û qad topbaran kirin. Piştî dîtina bandora vê çekê hêzên me xwe kişandin cihên bilind ên gund û terorîstên di qadê de man bi xwe ji vê çekê bandor bûn. Em weke Yekîneyên Parastina Gel (YPG) dibêjin ku di parastina xak û gelê xwe de, em tenê xeta parastina rewa esas digirin. Em bikaranîna van çekan, her li ku der û ji alî kê ve dibe bila bibe, şermezar dikin."
YPGê daxuyand ku dewleta tirk bi van îdiayan têkçûna xwe ya li Efrînê veşêre.
Ev nivîs 210820 car hatiye xwendin.