Amerîka şîrketên Rûsyayê tehdîd dike
Amerîka gef û gura li ÅŸîrketên Rûsyayê dixwe û wan tehdîd dike. Wezareta karê derve yê Amerîkayê beyan kir ku ew dikarin ambargo deynin ser 39 ÅŸîrket û rêxistinên Rûsyayê.
Ji wezaretê, bi nivîskî hat beyankirin ku ew 39 ÅŸîrket di hilbijartina serokkomariya Amerîkayê de ku di meha 11an ya salaborî de çêbû bû, mudaxele kirine û di mijara Ukraynayê de bûne sedemê mudaxeleyan. Ji ber van her du mijaran, Amerîka dikare pêÅŸî li van 39 ÅŸîrketan bigre û navê ÅŸîrket û rêxistinan di lîste ya xwe de aÅŸkera kir.
Navên ÅŸîrket ên ku di lîstê de hatiye aÅŸkerakirin, Amerîka dibêje ku ew ji bo artêÅŸa Rûsya û îstîxbarata Rûsyayê dixebitin. Bi îhtîmaleka mezin wê kiryar yekser destpebikin. Yek ji rêvebirên wezareta karê derve ye Amerîkayê kunaxwaze navê xwe aÅŸkera bike dibêje; wê ew lêkolînên serbixwe li ser ÅŸîrketan bikin. Åžîrket di dinyayê de çi pere ÅŸandine ku derê û bazirganiya wan bi ku derê re hene, hemû kontrol bikin û bi hevkarên xwe biÅŸêwirin. Dibe ku kiryarên li dijî ÅŸîrketan di 28.01.2018an de destpêbike. Hem dibe ku Amerîka ji hevkarên xwe daxwaza kiryaran bixwaze da li hember wan tedbîran bistînin.
Berdevkê wezareta karê derve yê Amerîkayê Heather Nauert ragihand ku wezîrê karê derve Rex Tillerson lîstê erê kiriye û ÅŸandiye Kongre ya Amerîkayê.
Ev nivîs 210851 car hatiye xwendin.