Amerîka 3 balafirên şer teslîmê Iraqê kir
Hêzên hewayî yên Iraqê ji Amerîkayê 3 balafirên ÅŸer F-16 kirîbûn û niha Amerîka wan teslîmê Iraqê kir. Balafir gihan baregeha hewayî ya Beled. Ragihandina nivîskî ya di derbarê vê teslîmatê de ji aliyê hêzên hewayî yên Iraqê de hat kirin.
Pîlotên ku wê balafiran bajon, li Washingtona Amerîkayê perwerda ajotinê kirine û niha mirovên teknîkî yên Amerîkî ji bo tamîr û kontrola balafiran li baregeha hewayî ya Beledê ne.
Peymana firotina balafiran li ser 36 balafirên ÅŸer hatibû îmzekirin û heya niha Amerîka 18 balafiran teslîmê Iraqê kiriye. Bi hatina 3 balafiran jî jimara wan bû 21.
Di dawiya ÅŸerê Kuweyt û Iraqê de Saddam Huseyîn 110 balafirên xwe ji bo nekeve deste Amerîkayê ÅŸandibû Tehranê û Tehran wan balafiran weke tazminata ÅŸerê navbera xwe û Iraqê ya 8 sale qebûl kiribû. Tê gotin ku niha Tehran wan balafiran car din vegerandiye Bexdayê.
Bê ÅŸik wê van bakafirên han ji aliyê arêÅŸa Bexdayê ve li dijî Kurdan bên bikaranîn.
Ev nivîs 210938 car hatiye xwendin.