Amerîka bang li Bexda û Hewlêrê kir
Berdevka wezareta karê derve Heather Nauert got: “Hem bi Bexdayê re û hem bi Hewlêrê re gelek caran hevdîtinên me çêbûn. Di nava çend rojan de wezîrê me ji her dû aliyan bi wezîrên karê derve re hevdîtinan kir. Eger bê xwestin Amerîka dikare di navbera wan de bo diyalogê bibe alîkar. Tenê eger bê xwestin.”
Berdevka wezaretê Heather Nauert, di civîna çapemeniyê ya rojane de, di derbarê referandûma serxwebûna Kurdistanê de, pirsên ku hatin kirin bersivand. Di vê mijarê de weha got: “Me di serî de bi zelalî got u em li dijî referandûmê ne. Ji ber em fikirîn ku wê referandûm îstîqrarê xerab bike. Bi van tiÅŸtan re jî, di mijara zêdebûna dijberiyê de jî dixwazim bi hezirbim.”
Ev nivîs 210821 car hatiye xwendin.