Amerîka heya 2015an li telefonên gelek kesan guhdarî kiriye
Di dadgeha Amerîka de ku Riza Sarraf tê de tê darizandin, gelek tiÅŸt tê de hatin aÅŸkerakirin. Amerîka bi rêya sîxurên xwe, li Tirkiyê heya havîna sala 2015an li gelek kesan bi dizî guhdarî kiriye.
Di doza ku Riza Sarraf û rêvebirê Halkbankê Hakan Atilla jî tê darizandin, îro celseyek hat kirin. Di 27 e vê mehê de jî, wê dadgeha bi jûrî birûnê û dozê dewam bide kirin. Riza Sarraf û parêzerên xwe nehatine celsa îro. Hakan Atilla û parêzerê wî li dadgehê amade bûn.
Parêzerê Hakan Atilla, li ser pirsa berpirsê rojnameya Hurriyetê yê New Yorkê Razi Canikli, ji dadger pirsî bê ku Riza Sarraf li ku derê ye. Dadger bi hêrs bersiva wî da û got: “ Tu nikarî pirsên weha ji min bikî. Zeptên dadgehê biÅŸopîne.”
Dadgeh qebûl kir ku delîlên FETÖ yê, yên di navbera 17 û 25 ê meha 12 an de guhdarî kiribû, weka delîl qebûl bike. Ji bo di dema dadgehkirinê de li FETÖ yê guhdarî bikin, wê heyeteka pisporan ava bikin. Bes nehat gotin bê wê kî di heyetê de cîh bigre.
Ev nivîs 210838 car hatiye xwendin.