Amerika bersiva Tirkiyê da

PeyamaKurd-Berdevka Wezareta Derva ya Amerîkayê Heather Nauert îro di Preskonferansekî de ragihand, ku biryara agirbesta Encûmena Asayişa Navnetewî ne bes tenê jibo navçeyek, heman demî de jibo tevaya Suriyê derbaz dibe.

Nauert, “divê Tirkiye biryarên agirbestê careke din ji ber çav derbaz bike û bibîne ku ev biryara hanê jibo hemu deverên Suriyê, ke vate jibona Efrin jî derbaz dibe.  

Wek tê zanîn, Encûmena Asayişa Navnetewî berî çend rojan jiber alozî, pirsgirêkên însanî, nexweşi û birîndaran di herêma Gutaya Rojhilatê jibo maweya mehekî biryara agirbest girtibu.

Lê rayedarên hikumeta Tirkiyê digotin, ku biryara Agirbesta Encûmena Asayişa Navnetewî jibo operasyonên wan li Efrînê derbaz nabe.

Ji ber vê yekî, daxwiyaniyên Tirkiyê bun sedema giftugo nav aliyên pêwendîdar de. Bo nimune, Serokomarê Fransayê Macron jî ji Recep Teyip Erdogan re gotibû, ku agirbest ji bo Efrînê jî derbas dibe.


Ev nivîs 210790 car hatiye xwendin.