Amerîka, Brîtanya, Fransa, Erebîstana Siûdî û Ûrdûn..

Bi ya Uluç Özülker, Amerîka, Britanya, Fransa, Erebistana Siûdî û Ûrdin li ser parçekirina Suriye axaftine, ku ev dibe sedema nexşeyek nu jibona Rojhilata Navînê û divê Tirkiyê hişyar be.

PeyamaKurd- Uluç Özülker, Balyozê berê ya Tirkiyê li Fransa -bi gotina wî- ew naveroka civîna Amerîka, Brîtanya, Fransa, Erebîstana Siûdî û Ûrdûnê aşkera dike. Bi baweriya wî, ev welatên hanê hewla parçekirina Sûriyê didin û bi vî awayî nexşeyeka nu jibona Rojhilata Navînê dabîn dikin.

Balyozê berê Uluç Özülker, derbareya naveroka civîna veşartî li ser stratejiya nu ya Rojhilata Navînê, ku bi amadebuniya welatên wek Amerîka, Britanya, Fransa, Erebistana Siûdî û Ûrdinê di meha derbazbuyî de pêkhatiye, dibêje; „11ê çile ya paşî li paytexta Amerikayê, li Washington civînek çêdibe. Rojnamevanekî Fransî naveroka civîna‚ ‚Syrie Leaks’ wek Wikileaks ê, ji raya giştî re aşkera dike. Balyozê Britanya detayên civîna veşartî not digre û ev notên hanê dikevin destên Rojnamevanê Fransî. Di heman civînê de hatiya gotin, ku cîvîna piştî 11ê çileya paşîn 23ê yî heman mehê de were pêkanîn û usa diyare wê ev cure civîn berdewam bin.“

Di heman civînê hatiye axaftin, dibe ku ji bilî Amerîka, Britanya, Fransa, Erebistana Siûdî û Ûrdinê, 3 welatên din, wek Almanya, Tirkiye û Misir jî civînên dehatî de beşdarî bikin. Her çendî Almanya jibo beşdarikirina civînê hatiye agahdarîkirin jî, lê ji Almanya bersivek nehatiye. Tirkiyê û Misir ji civînê nehatine agahdarîkirin. Amedekarên Civînê li ser dawetkirina Tirkiyê dudil bune, jiber ku pevçunên di navbera Tirkiyê û Kurdan dikare bandor li ser biryarên civînê bike.

Bi ya Uluç Özülker, Amerîka, Britanya, Fransa, Erebistana Siûdî û Ûrdin li ser parçekirina Suriye axaftine, ku ev dibe sedema nexşeyek nu jibona Rojhilata Navînê û divê Tirkiyê hişyar be.


Ev nivîs 210795 car hatiye xwendin.