Amerika: Ew terorist e

Amerîkayê ragihand, ku fermandeyê pilebilind ê HeÅŸda Åžeibî Ebû Mehdî Muhendis terorîst e.

Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê Heather Nauert îro di konfranseke rojnamevanî de li WaÅŸingtonê û di bersiva pirsyarekê de li ser rola Ebû Mehdî Muhendis ragihand, ew kes terorîst e û niha ew dikare tenê wê yekê bêje.

Ebû Mehdî Muhendis pêÅŸtir ji aliyê Amerîkayê ve navê wî ketibû nava lîsta terorê.

Heather Nauert herwiha banga destpêkirina diyalogê di navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê de kir û got: “Em daxwaz ji birêz Ebadî û birêz Barzanî dikin, ku dest bi gotûbêjê bikin û demekê jî bo destpêkirina gotûbêjan diyar bikin.”

Nauert herwiha got: “Eger daxwaz ji me bikin ji bo ku em beÅŸdar bin di hewlên gotûbêjan de, wê gave tekez em dê beÅŸdar bibin, heta niha daxwaz ji me nehatiye kirin ku navbeynkariyê bikin bo gotûbêjan.”

Ebû Mehdî Muhendis, Cîgirê Serokê Desteya HeÅŸda Åžeibî ye ku beÅŸdarî di ÅŸerê dagîrkirina Kerkûkê de kir û roja hildana ala Iraqê li ser avahiya Encumena Parêzgeha Kerkûkê li vî bajarî bûn.

Herwiha Encumena AsayiÅŸa Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand, ku Hadî Amirî û Ebû Mehdî Muhendis serkêÅŸiya êriÅŸên HeÅŸda Åžeibî bo ser hêzên pêÅŸmerge li bakurê rojavayê Mûsilê dikin.


Ev nivîs 210856 car hatiye xwendin.