Amerîka li ser gefên hatine kirin...
PeyamaKurd- Dewletên Yekgirtiyên Amerîka, li ser gef û tehdîtên li hember welatê wan hatine kirin, îro Duşembe 05.03.2018 jibona rojekî balyozxaneya xwe li Ankara ji xizmetgûzariyê re digre.
Herweha berpirsên Wezareta Derve ya Amerîkayê hemwelatiyên xwe hişyar dike, ku ew ji deverên geştûguzarî durkevin û li nav cihên çûn û hatinên dagirtî xuya nekin.
Çapemeniya Tirkiyê biryara Amerikayê bi vî şêweyî ragihand; „Ew Amerîka, ku bi destên xwe rêxistina DAIŞê damezrand jibona ku Rojhilata Navîne bike gola xwînê, nuha ditirse ku ew bi xwe bibe hedefa Terorê. Jibona wê yekî, bê ku aşkere bike ka ew Tehdît ji ku der tê, Balyozxaneya xwe li Ankara jibona rojekî digre.“
Ev nivîs 210782 car hatiye xwendin.