Amerîka: Me MANPAD nedane hevpeymaniyên xwe

Îro piştî ku balafirek ya rûsî li Îdlîbê bi moşekên MANPADê hat xistin Rûsya Amerîkayê bi dayîna moşekan a bo milîtanên Sûriye re tawanbar kiribû. Wezareta berevaniyê ya Amerîkayê ragihand ku, wan li Sûriyê sîstema berevaniya esmanî MANPAD nedaye hevpeymanên xwe.

Di daxuyaniyekê de wezareta berevaniyê ya Amerîkayê ragihand ku, li Sûriyê ew li gel hevpeymanên xwe  giringiyê didin şerê DAIŞê û da zanîn ku, ti sîstema berevaniya esmanî nedaye wan hevpeymanên xwe li wî welatî.


Ev nivîs 210809 car hatiye xwendin.