Amerika, Rûsya ji aloziyên Sûriyê berpirs e...

Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê Heather Nauert di Preskonferensekî da ragihand, ku Rûsya ji aloziyên Suriyê berpirs e. Nauert her weha got, bê alîkariya Rûsyayê jibo Şamê, tiştên ku nuha diqewimin, çê nabin.

Rejîma Şamê di çend rojên derbazbuyî de 400 kesên medenî li rojhilata Suriyê bi şêweyek hovane kûştine.

Di berdewamiya axaftina xwe de Heather Nauert, “Em hemû zanin ka çawa Rûsya û Îran alikariya rejîma Şamê dikin. Rusya berpirsiyariyek taybet heye ji tiştên ku li navçeyê rû didin. Bê alikariya Rusya û Îran karên wêrane û mirin jî çê nabin.“

Tenê 3 rojên dawî de bi bombebarankirina balafirên Artêşa Sûriyê 300 kesên medenî jiyana xwe ji dest dane.

 


Ev nivîs 210802 car hatiye xwendin.