Antonio Guterres, „DAİŞ bi dawî nehatiye“
„Îddîayên ku hêza DAİŞê nemaye ne rastin, berewajê wî DAİŞ hebuna xwe bi hemu hêza xwe diparêze“
PeyamaKurd- Sekreterê Giştî ya Neteweyên Yekgirtî Antonio Guterres raporek pêşkêşî Konseya Ewlekariya Neteweyên Yekgirtî kir. Antonio Guterres di rapora xwe de dibêje, „Raste hêrişên DAİŞê kêm bune, lê heman demî de tehdîdên rêxistina terorê berdewame.“
Rapora Antonio Guterres, jibo kombuna taybet bi navê „Heraşeyên Rêxistinên Teror Li Hember Aşîtî û Ewlekariya Cihanê“ hatiye amadekirin. Di raporê de hatiye destnîşankirin, ku li Suriyê û Iraqê hê jî 18 hezar endamên çalak ê DAİŞê hene ku 3 hezar şervanên bêgane nav de beşdarin.
Bi gor Rapor; „Îddîayên ku hêza DAİŞê nemaye ne rastin, berewajê wî DAİŞ hebuna xwe bi hemu hêza xwe diparêze“
Ev nivîs 210728 car hatiye xwendin.