Artêşa Azad a Sûriyê: Em gehiştina navenda Cindirêsê

PeyamaKurd - Artêşa Azad a Sûriyê, ragihand ku hêzên wan çûne navenda bajarokê Cindirêsê yê Efrînê.

Artêşa Azad a Sûriyê ragihand ku gehiştina navenda bajarokê Cindirêsê û wêneyên çekdarên xwe yên li wî bajarokî belav kirin.

Cindirêsê heta niha jî şerekî giran di navbera şervanên HSDê û çekdarên Artêşa Azad a Sûriyê de berdewam e.

Li gor Artêşa Tirkiyê û Artêşa Azad a Sûriyê, heta niha pênc bajarok hatine kontrolkirin; Raco, Bilbil, Çiyê û Şera, îro jî Cindirês. Her bi gotina wan li sînorê Efrînê zêdeyî 120 gund kontrol kirine û niha 8 kîlometre dûrî navenda Efrînê ne.


 


Ev nivîs 210793 car hatiye xwendin.