Artêşa Tirk: Îro 2 leşkerên me hatin kuştin
Di roja 16an a operasyona Tirkiye ya bi ser Efrînê de, ji aliyê Artêşa Tirk (TSK) ve daxuyaniyek hat ragihandin. Artêşê da zanîn îro di roja 16an a operasyona wan de 2 leşkerên wan hatine kuştin û 5 jî birîndar bûne.
Di daxuyaniya ku ji aliyê Artêşa Tirk ve hat ragihandiin de hat gotin ku roja 04ê Sibatê di roja 16an da operasyona wan li dijî PKK/KCK/PYD-YPG û DEAŞ ê de 2 leşkerên wan jiyana xwe ji dest daye û 5 ji wan jî birîndar bûne.
Artêşa Tirk ji malbata leşkerên mirî re sersaxî xwest.
Ev nivîs 210805 car hatiye xwendin.