Artêşa Tirk li Îdlîbê rastî êrîşê hat leşkerek mir

Peyamnerê BBCyê Hassan Zakî ragihand ku Hêzên Tirkiyeyê li Idlîbê rastî êrîşa bombebaranê hatine. Rojnamevanê BBCyê Hassan Zakî her wiha bibîr xist Tirkiye bi 2 moşekan bersiva êrîşkaran daye lê di encamê de leşkerek tirk miriye 6 ji wan jî birîndar bûne.

Artêşa Tirkiyeyê li Idlîbe li noqteya çavdêrî ya 6an rastî rastî êrişekê hat. Hat ragihandin ku moşekên ku ji aliyê hêzên Tirkiye ve hatine avêtin li navend û dora gundê Tallet Al Jerdi yê ketine.

Hêzên Artêşa Tirk jî vê mijarê piştrast kir.

 


Ev nivîs 210802 car hatiye xwendin.