‘Artêşa Tirkiye li Tal Tukanê bicih bû’

Sererkaniya Giştî ya Tirkiye ragihand ku wan di çarçoveya peymana hevdîtinên Astanayê de li devera Tal Tukan a girêdayî Îdlîbê niqteyek ya çavderiyê ava kiriye. Di daxuyaniya ji aliyê Sererkaniya Giştî ya Tirk ve hat ragihandin de hat gotin ku :”Di çarçoveya hevdîtinên Astanayê de ji bo avakirin û berdewamkirina agirbestê, ji bo alîkariya însanî bigihîjin xwediyên xwe,

Ji bo şertên koçberan bên başkirin û vegerin deverên xwe hêzên me ji 9ê Sibatê û şûn de li herêma Tal Tukanê dest bi avakirina niqteya çavderiyê ya 5an kiriye. Hêjayî gotinê ye herema Tal Tukan ji 50 kilometreyî zêdetir dûrî sînorên Tirkiye ye.

 


Ev nivîs 210807 car hatiye xwendin.