Başkaya: Her tişt li alîyekî, pirsa Kurd li alîyekî
Li Tirkîyê êdî sînorên azadî û serbestîyê nemane. Ne ji raman û fikra azad re, ne ji mafê mirovan û heq û hihûqê mirovan re. Kî behsa mafê Kurdan bike, kî dewletê û bi taybet jî Erdogan rexne bike, xwe di zindanê de dibîne. Çi Kurd be, çi Tirk ve, kesê ku helwestek mirovperwer deyne û doza heq û hiqûq bike, tê girtin. Bi taybet gava behsa maf û heq û hiqûqê Kurdan bike, mohra terorîzmê lê dikeve û wek endamê rêxistinek terorîst tê girtin.
Nivîskar Fîkret BaÅŸkaya, ji ber nivîsa xwe ya bi navê „Terora bingehîn terora dewletê ye“ bi sedema endamtîya rêxistina terorîst hat girtin û piÅŸtî lêpirsînê hat berdan. PiÅŸtî berdana xwe BaÅŸkaya axivî û anî zimên ku ji bo dewleta Tirk her tiÅŸt li alîyekî û pirsa Kurd li alîyekî ye.
BaÅŸkaya, di nivîsa xwe de behsa terora dewletê ya li dijî milletê Kurd kiribû û gotibû: „TC herdemê li cem emperyalîst û kedxwaran cîh girt. Lê wê bi xwe jî Kurd bindest kiribûn û zanîbû bê wê li cem kê cîh bigre. Dewleta Tirk jî nêzîkî 100 sal in terorê li Kurdan dike. Berî ku gotina terorê bê bikaranîn, Kurd wek ÅŸakî, eÅŸqîya, nijdevan, Tirkên çiya û wekî din dihatin binavkirin. Niha jî dibêjin terorîst. Erê lê, kî doza mafê xwe bike sûcdar e û wek terorîst qetla wî wacib e“.
BaÅŸkaya, piÅŸtî ku hat berdan, di axavtina xwe de anî zimên ku „Ji xwe di nivîsa min de xuyabû ku ew (dewlet) ji çi aciz e û ji çi ditirse“ û got: „Mijara sereke mijara bi pirsa Kurd ve girêdayî bû. Her tiÅŸt li alîyekî û pirsa Kurd li alîyekî. Nivîsa min jî da xuyakirin ku mijara bingehîn ev e“.
Z.B
Ev nivîs 210822 car hatiye xwendin.