Balafira Îranê ku 66 rêwî tê de bûn ket

Balafira rêwiyan a Îranê ku vê sibehê roja yekşemê tu sînyal jê nedihat û wenda bibû, piştî demekê agahî jê hat ku li başûrê Esfehanê ketiye. Li gorî agahiyên ku hatine ragihandin di balafirê de dora 66 rêwî hebûn.

Balafira aîdî Îranê vê sibehê agahî û sînyalên jê qut bibûn û Îranê ragihandibû ku tu agahî jê nîn e.  Balafira rêwiyan ji Tehranê derbasî bajarê Yasûcê ya Başûrê Îranê dibû. Piştî ku ber bi hewa ket bi eyameke kurt agahî û sînyal jê qut bibûn. Hat ragihandin balafira rêwiyan li herêma Smîrimê ya başûrê Esfehanê ketiye. Tîmên rizgarkirinê ku derbasî cihê bûyerê bûn.


Ev nivîs 210799 car hatiye xwendin.