Balafira şer xistin

Opoziyona Sûriyê xistina balefireke Rûsî li bajarê Idlibê ragihand.

Opozisyona Sûriyê ragihand ku hêzên wan balefireke Rûsî corê Su-25 li navçeya Seraqib a Idlibê xistine xwarê.

Li gor ragihandina Opozisyona Sûriyê, ew balafir bi mûşekekê hatiye xistin, pîlotê wê jî hatiye girtin û niha di nav destê çekdarên opozisyonê de ye.

Opozisyona Sûrî bal kişand ser wê yekê ku balefira Rûsî ji bingeha Himêmîm derketiye û li navçeya Seraqipê dema êrîş dikir ji aliyê çekdarên wê ve hatiye xistin.

Hêjayê gotinê ye Tirkiyê 24ê Berfnbara 2015ê balafireke şer a Rûsya li nêzîk sînorê Sûriyê xistibû  xwarê û ew yek bibû sedema alozbûna  peywendiyên di navbera her du aliyan de.


Ev nivîs 210796 car hatiye xwendin.